Ferman Derman

Out on:


Tracklist:


Add all tracks to playlist

Review:


—TÜRKÇE—
Ülke tarihinin en büyük yıkımlarından birini yaşarken yeniden gördük ki enkaz olmaya layık olan tek şey hakim düzenin kendisi. Bize dayatılan açlık ve sefalet fermanıyken; onun karşısındaki yegâne dermanımız: yıkıcı öfkemiz ve kurucu dayanışmamız. Dermanlar halayından Tatar Ramazan’ın iddiasıyla sesleniyoruz: “Biz bu oyunu bozarız!”
Şimdiye dek çeşitli alanlarda defalarca çalınarak kulaklara değen şarkılarımızdan oluşan “Ferman/Derman” albümü, uzlaşmaz karşıtlığın altındaki vurgu çizgilerini kalınlaştırma niyetinde.
Bir sınır hikayesi olan “Sînor” ve şair Şêrko Bêkes’in iki şiirinin müzikli hali olan “Eger” ve “Azadî” şarkıları, eşit, özgür, sınıfsız ve sınırsız bir dünya özleminin Kürtçe; “Biz Bu Oyunu Bozarız” ve “Denizin Çocuklarından Dağların Çocuklarına Selam” şarkıları ise bu istencin Türkçe söylenmiş halleri. Kürtçe şarkılarımızı, kolektifimizde Kürtçe sözlü şarkılar yapan bir müzik grubu inşa edene kadar bu albüme ödünç almış oluyoruz. Yoldaşlığımız bütün dillerde tek ve hür ve şarkılarımız da bu yoldaşlığın ortak sesi gibi kardeşçesine.
Albümü yine hiçbir şirket, sponsor vs. olmadan öz gücümüzle, kendi teknik imkanlarımızla kaydettik, düzenledik, yayına hazır hale getirdik.
Bahar geliyor. Gözlerimizde kayıplarımızın nemi var ve belli ki kalacak uzun bir süre daha, ama öfkemiz ve coşkumuz da en az hüznümüz kadar güçlü. Naraları, zılgıtları takmış peşine bahar; yine geliyor. Bizim baharımız bizi bekliyor: Hayde vira vira…

—KURDî—
Di vê serdema ku hilweşîna herî mezin bi serê welatî hatî de, me careke din dît ku ya divê bê hilweşandin û bibe kavil, pergala serdest bixwe ye. Heke ya li ser me tê ferzkirin fermana birçîbûn û xizanîyê be, li hemberî wê tekane dermanê me hêrsa me ya tûj û hevgirtina me ya avaker e. Em ji govenda dermanan bi dirûşma Tatar Ramazan bang dikin: “Em ê vê leyîstikê xera bikin!”
Albuma me ferman/derman a ku ji stranên me yên heya niha li qadên cihê, bi caran hatine strandin û kemilandin pêk tê, xwedî nêta stûrkirina xetên dijberîya me ya lihevneker e. Strana ‘sînor’ a ku çîrokeke sînor e û du helbestên Şêrko Bêkes bi navê “Eger” û “Azadî” ên me kirine stran, bêrîya me ya cîhaneke wekhev, azad, bêçîn û bêsînor bi Kurdî vedibêje, stranên me yên “biz bu oyunu bozarız” (Em ê vê leyîstikê xera bikin) û ” Denizin çocuklarından dağların çocuklarına selam” (Silav ji zarokên deryayê bo zarokên çîya) jî vegotina van bêrîyan a bi Tirkî ye. Em stranên xwe yên bi Kurdî heta ku di bin banê kollektîfa me de komeke ku stranên Kurdî çêke ava bikin, wan bi deynaderî werdigirin. Rêhevaltîya me bi hemû zimanan yek û azad û stranên me jî weke dengê vê rêhevaltîyê, xwişk û birayane ne.
Wekî her car bêyî ji şirket û sponsor hwd piştgirîyê werbigirin, me album bi hêza xwe û derfetên xwe yên teknîk tomar kir, sererast kir û bo weşanê amade kir. Bihar tê. Di çavê me de ji ber wendahîyên me şilî heye, wisa diyar e wê bo demeke din jî bimîne, lê hêrs û coşa me jî herî kêm bi qasî kovana me bihêz e. Bihara ku qîr û tilîlî daye dû xwe wa dîsa tê. Bihara me li benda me ye. Haydê vira vira û haydê were were!

SHARE

Release:


PlayCoverTrack Title
Track Authors